PeyamaKurd – Li sînorê qeza Xurmatû ya Kerkûkê, şer û pevçûn di navbera çekdarên DAIŞê û milîsên Şîe de derket ûdi encamê de çekdarekî Heşdî Şeibî birîndar bûy.
Li gor zanyariyan, derengê şeva borî li gundê Çerdax a li sînorê qeza Xurmatê di demekî çekdarên DAIŞê mijûlê çandina bombeyan bûn, ji aliyê çekdarên Heşdî Şeibî ve hatin aşkera kirin û gule li wan hate berdan.
Herwiha pişt re şer û pevçûn di navbera Heşdî Şeibî û çekdarên DAIŞê de pêk hat û ji ber wê jî çekdarekî Heşdî Şeibî birîndar bû.
Berdevkê Heşdî Şeibî da zanîn: ‘’Çekdarên DAIŞê piştî wî şerî ber bi cîheke nediyar ve reviyan.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin