Almanya: Li Sûriyê ti herêmeke ewle ji bo koçberan nîne

Almanya: Li Sûriyê ti herêmeke ewle ji bo koçberan nîne

PeyamaKurd - Hikumeta Almanyayê bal kişand ser êrîşên Tirkiye û komên çekdar bi ser Rojavayê Kurdistanê de û ragihand, li Sûriyê ti herêmeke ewle ji bo vegera koçberan nîne.

Wezareta Derve ya Almayayê di rapora ku di rojnameya SE24 de hatiye weşandin de, bal kişand ser binpêkirinên dewleta Tirkiyê û komên çekdarên tundrew li Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Di rapora hikûmeta Almanyayê de wiha hatiye gotin: “Li Sûriyê ji bo vegera koçberan ti herêmên ewle nînin. Ev koçberên ku vedigerin jî, xeterî li ser jiyana wan heye û hîna li tevahiya Sûriyê kuştin, binçavkirin û îşkencekirin heye.”

Li aliyê din Hikumeta Swêdê jî ragihand ku piştî êrîşên artêşa Tirkiyê bi ser Bakur û Rojihlatê Sûriyê de, tiştekî bi navê bajarên ewle nemane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin