PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netenyahu da xuyakirin ku ligel Amerîka û Îmaratê (Yekîtiya Mîrgehên Erebî) dijminê wan yek in.
Benjamin Netenyahu li ser biryara firotina 50 balifirên şer ên F-35 ên Amerîkayê ji bo Îmaratê, bêyî ku navê Îranê bîne ziman got: “Em e li hember dijminekî hevbeş di heman eniyê de ne.”
Serokwezîrê Îsraîlê ev daxuyanî piştî biryara kongreya Amerîkayê ya dibêje, Amerîka dixwaze 50 balifirên F-35 bifroşe Îmaratê da.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku Îmarat yekem welatê erebî ye ku peymana aştî û asayîkiran têkiliyan bi Îsraîlê li Washingtonê îmze kiriye û piştre jî çend welatên din ên erebî ew biryar dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin