PeyamaKurd- Wezareta karên derve ya Tirkiyê ragihand ku grûbên muxalif ên Sûriyê û hêzên rejîmê hinek kesên ku wan dîl girtine bi hev guhertin. Guherandinên esîran li bajarê Babê li devera Ebî Zîndîna ku di destê muxalefetê de ye, di heman wextê de bi hev guhertin. Guhertina wan bi hev, di çarçoveya peymana Astana de hat kirin. Di beyana wezaretê de weha hat gotin:
“Di çarçoveya pêvajoya Astana de ku ji Îran, Rûsya, Tirkiye û Neteweyên Hevgirtî pêk hat, grûbekî ava kiribûn da çareseriya pirsgirêkên esîran, kesên bi zor hatine revandin, guhertina cenazeyan bi hev, tesbîtkirina kesên wenda û bûyerên weha çareser bikin. Di vê çarçoveyê de esîrên ku di destê her dû aliyan de ne, li ciyê li jorê navborî, di 31 ê tîrmehê de bi hev hatin guhertin. Grûba xebatê wê di dema pêşiya me de xebatên xwe her bidin dewamkirin.”
Rejîma Beşer Esed niha di destê xwe de di ser 500 kesî de di destê xwe de dîl digre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin