PeyamaKurd - Komîsyona hilbijartinan ya Iraqê ragihand ku bila xelk piştrast bin di hilbijartinan de wê fêl û saxtekarî neyê kirin.
Endamê encumena komîsyona hilbijartinan ya Iraqê, Qazî Elî Reşîd ji rojnamevanan re daye xuyakirin, bila kandîd û xelk piştrast bin ku di hilbijartinên îsal yên Iraqê de ti saxtekariyek nayê kirin.
Qazî Elî Reşîd gotiye, komîsyon dê bi hûrî çavdêriya hilbijartinan bike û pêşiya her cure saxtekariyê bigire.
Hêjayî bibîrxistinê ye, hilbijartinên giştî yên Iraqê wê roja 10 Cotmeha 2021ê werin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin