Muslim: Êrîsa Tirkiyê ne li berjwendiya Amerîka û hevpeymaniyê ye

Muslim: Êrîsa Tirkiyê ne li berjwendiya Amerîka û hevpeymaniyê ye

PeyamaKurd - Hevserokê berê yê PYDê û Berpirsê Pêwendiyên Dîplomasî yê TEV-DEMê Salih Muslim, li ser gefên operasyonê yên Tirkiyê bi ser Rojavayê Kurdistanê û Rojhilatê Firatê got, “Êrîşa Tirkiyê li dijî berjewendiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ye”.

‘ÊRÎŞ PIŞTGIRIYA DAIŞÊ YE’

Salih Muslim di beyaneke bo televizyoneke Kurdistanê de wiha axivî:

 “Êrîşeke wiha bibe, ne li berjewendiya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî ye jî. Ev êrîşa ku di vê dema ku şer li dijî DAIŞê hîna bidawî nebûye de, tê wateya ku piştgîriya ji DAIŞê re ye. Ji aliyê me ve me ti carî cudahî nekiriye navbera bereya li başûr li dijî DAIŞê yan li bakur li hember Tirkiyê, ji ber ku her du jî yek in.”

Hêjayî gotinê ye, piştî daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li gor çavkaniyên medyayî, şeva borî ji aliyê Tirkiyê ve teqe li Girê Spî û çend xalên sînorî hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin