PeyamaKurd – Ji Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê hat ragihandin ku ger Tirkiye ji Rûsyayê pergalên parastina hewayî S-400an bistîne, Washington dê li dijî wê mueyîdeyan bisepîne.
Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Wess Mitchell, li ser kirîna S-400an careke din gef li Tirkiyê xwarin.
Wess Mitchell li civîna komîteya Karên Derve ya Amerîkayê axivî û ragihand: "Di mijara kirîna S-400an de bi awayekî eşkere me ji Tirkiyê re got ku dê encamên vê yekê hebin.”
Cîgire Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê got ku di çarçoveya madeya (CAATSA) 231ê a Qanûna Dijderketina Neyarên Amerîkayê ya Mueyideyan de, dê mueyide li ser Tirkiyeyê werin sepandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin