PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku di rewşa zêdebûna aloziyan li Tengava Taywanê de, Rûsya wê piştgiriyê bide helwesta Çînê ya li ser parastina yekparçeyiya axa wê û dewleta wê.
Lavrov di axaftina xwe ya bi çapemeniya Rûsyayê re diyar kir ku pirsgirêka Taywanê karekî navxweyî yê Çînê ye û helwesta Moskowê li ser vê mijarê neguheriye.
Lavrov tekez kir ku di çarçoveya Peymana Cîrantiya Baş, Dostanî û Hevkariyê de ku di sala 2001an de di navbera Rûsya û Çînê de hatiye îmzekirin, her du welat jî pabendî prensîba piştgiriya hevbeş ji bo serwerî û yekparçeyiya axa her du welatan dimînin.
Lavrov herwiha piştgiriya Rûsyayê ji bo siyaseta "yek Çîn" û dijberiya wê ya li hember hewldanên serxwebûna Taywanê dubare kir.
Li gorî raporek ajansa nûçeyan a TASS, her çend zêdebûna çalakiyên leşkerî yên dawî li Tengava Taywanê aloziyên di navbera Çîn û DYA de zêde kiriye jî, piştgiriya siyasî ya Moskowê ji bo Pekînê girîng e.