PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî pêwendiyeke telefonî pêkanîn.
Koşka Kremlîn a Rûsyayê ragihand, di pêwendiya telefonî ya Pûtîn û Kazimî de, daketina bihayê petrolê û krîza Sûriyê hatiye axaftin.
Herwiha herdu aliyan, li ser çareserkirina krîza Sûriyê û îstiqrara bazarên petrolê biryar dane ku di nav danûstandinê de bin.
Hefteya borî Balyozê Rûsya yê Bexdayê Maksim Maksimov, nameya Pûtîn gihandibû Kazimî û ku Pûtîn ew vexwendibû Rûsyayê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin