PeyamaKurd - Berpirsê pêwendiyan ê Hevpeymaniya Demokrasî û Dadweriyê Dilşad Ebdulrehman bi fermî dev ji karê xwe berda.
Dilşad Ebdulrehman berî niha di nav rêzên YNKê de bû, li ser pişka wê partiyê bû wezîrê perwerdê, piştî wê çû nav pêkhateya Berhem Salih.
Ebdulrehman bi daxuyaniyekê ragihand ku ew raya giştî agehdar dike ku bi fermî dev ji partiya Berhem Salih berdide.
Herwiha di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ew gihişte wê baweriyê ku partiya Berhem Salih ji bilî gihandina çend kesan bo perlemanê û wergirtina çend postan tiştek din nekiriye, ev yek jî ne armanca wî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin