Rahmî Koç sivikatî li jinên Kurd kir: Kurd lêborînê jê dixwazin

Rahmî Koç sivikatî li jinên Kurd kir: Kurd lêborînê jê dixwazin

PeyamaKurd - Serokê Rûmetê yê Koç Holdîngê Rahmî Koç, di merasîma vekirina Nexweşxaneya Amerîkî ya Îzmîrê ya li navçeya Balçovayê de pêkenokek got ku tê de bi zimanekî heqeratî sivikatî li jinên Kurd kir. Ev gotinên wî piştî li ser medya civakî belav bûn bi taybet ji aliyê Kurdan ve berteka tund hate nîşandan.

Qaşo pêkenoka Koç a ku îdia dike, diyaloga di navbera bijîşk û jineke Kurd de ye, wekî biçûkxistin û binpêkirina rûmeta jinên Kurd hate nirxandin.

Li ser Xê bi hashtaga "#RahmiKoçÖzürDile" (Rahmi Koç lêborînê bixwaze) gelek parvekirin hatin kirin û hate diyarkirin ku bikaranîna nasnameyên etnîkî û zayendî di henekên bi vî rengî de, di civakê de dabeşbûnê çêdike.

Siyasetmedar û karsaz yekdeng bûn: Ev rezîltî ye, nayê qebûlkirin

Bertekên li dijî Rahmî Koç ji aliyê nûnerên partiyên cuda yên siyasî û karsazên Kurd ve her ku zêde bûn.

Siyasetmedar Savci Sayan da zanîn ku henekên qirêj ên li ser bedena jinê nayên qebûlkirin û bang li Serokwezîrê berê Bînalî Yildirim ê ku di merasîmê de amade bû jî kir ku li ser mijarê daxuyaniyê bide.

Di heman demê de Parlamenterê HUDA PARê Şehzade Demîr bertekek tund nûşan da û got ku bedena jinên Kurd ên esîl nabe malzemeyê bêexlaqiyê.

Parlamentera DEM Partiyê Pervîn Buldan jî ev rewş wekî "rezîltî" bi nav kir.

Herwiha Karsazê Kurd Yilmaz Uzeyîroglu jî destnîşan kir ku hebûna pereyan mafê bêedebiyê nade kesî.

Hêjayî gotinê ye, ligel van hemû nerazîbûnan jî, heta niha Rahmî Koç tu daxuyaniyeke lêborînê nedaye.