Rapirsî: Di her rewsê de ew namzed li pês e

Rapirsî: Di her rewsê de ew namzed li pês e

PeyamaKurd- Li gorî rapirsiya ku ji aliyê Kompaniya Areayê ve li 26 bajar û 108 navçeyan hatiye kirin, Namzedê Tifaqa Milet ê Serokomariyê Kemal Kiliçdaroglu di gera yekem de jî di gera duyem de jî li pêş e.

Kompaniya Areayê, encamên lêkolîna ku di navbera 12 û 20ê Nîsana 2023yan de li 108 navçeyan û li 26 parêzgehan kir, bi raya giştî re parve kir.

Li gorî rapirsiya ku bi 10 hezar û 277 kesan re hat kirin, ji beşdaran hatiye pirsîn:

“Gelo di hilbijartinên 14ê Gulana 2023yan de hûn ê aliyê xwe çawa diyar bikin?”

Dabeşkirina dengan a li gorî namzedan, wiha hat parvekirin:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 41,6

Recep Tayip Erdogan: Ji % 41,5 

Muharem Înce: Ji % 3,4

Sînan Ogan: Ji % 2,3

Bêbiryar: Ji % 7,7

Yên naçin ser sindoqan: Ji % 3,5

Dabeşkirina pirsa, “Dema Hilbijartina Serokomariyê derbasî gera duyem bibe, tercîha we dê çi be ?” wiha hat belavkirin:

Kemal Kiliçdaroglu: Ji % 50,7

Recep Tayip Erdogan: Ji % 49.3

Serokê Kompaniya Lêkolînê ya Areayê Murat Karan, di weşana zindî ya destpêka meha nîsanê de diyar kiribû ku dengên Muharem Înce, ji % 12an daketiye ji % 7an. 

Her wiha bi vê rapirsiya dawî re tê dîtin ku dengên Muharem Înce kêm dibin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin