Rapirsî: Hilbijartin çêbibe, dê kîjan partî bi ser bikeve?

Rapirsî: Hilbijartin çêbibe, dê kîjan partî bi ser bikeve?

PeyamaKurd- Di rapirsiya ku ji aliyê Kompaniya Lêkolînê ya ORCê ve hat kirin de pirsa dengdayîna parlamenteriyê ji dengdêran hat pirsîn. Encamên rapirsiya ku li 45 bajaran hat kirin, bi raya giştî ya Tirkiye û bakur re hat parvekirin.

Hat ragihandin ku rapirsî, di navbera 23 û 26ê Rêbendana 2023yan de li 45 bajarên bakur û Tirkiyeyê, bi 4 hezar û 580 kesan re hatiye kirin. Hat diyarkirin ku di rapirsiyê de li ser hilbijartinên parlamenteriyê pirs hatiye pirsîn û encamên cuda hatine bidestxistin.

Ji dengêran pirsa, “Heger vê yekşema bê hilbijartina parlamenteriyê çêbibe, gelo hûn ê dengên xwe bidin kîjan partiya siyasî?” hatiye pirsîn.

Encamên ku ji bersivan hatine bidestxistin, ev in:

AK Partî: Ji % 30,2

CHP: Ji % 23,1

İYİ Parti: Ji % 19,3

HDP: Ji % 7,6

MHP: Ji % 5,5

Partiya Gelecekê: Ji % 2,7

Partiya DEVAyê: Ji % 2,6

TDP: Ji % 2,3

Partiya Zaferê: Ji % 1,8

BBP: Ji % 1,6

BTP: Ji % 1,4

Yên din: Ji % 1,9

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin