Rayedarên leskerî yên Amerîka û Tirkiyê li ser sînorê Rojava civiyan

Rayedarên leskerî yên Amerîka û Tirkiyê li ser sînorê Rojava civiyan

PeyamaKurd - Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihandiye, di çaçroveya plana pêkanîna herêma ewle nav axa Rojavayê Kurdistanê, bi beşdariya şandeke leşkerî ya Amerîkayê, li Navenda Operasyonên Hevbeş a li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi Rihayê ve civînek hat lidarxistin.

Şandeke payebilind a leşkerî ya Amerîkayê, ku ji Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewropa yê Amerîkayê Stephen Twitty û Cîgirê Fermandarê Hêzên Navendî General Thomas Bergeson pêkhatibû, duh serdana Tirkiyê kir û li Enqerê li gel rayedarên Artêşa Tirkiyê hevdîtin pêk anî.

Cîgirê Fermandarê Hêzên Ewropa yê Amerîkayê Stephen Twitty û Cîgirê Fermandarê Hêzên Navendî General Thomas Bergeson piştî hevdîtinên li Enqereya paytexta Tirkiyê, bi balafireke taybet, ji bo lêkolînên li ser sînorê Bakur û Rojavayê Kurdistanê, çûne bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê.

Şanda leşkerî ya Amerîkayê li Rihayê ji aliyê rayedarên leşkerên Tirkiyê ve hat pêşwazîkirin û piştre li gel karwanekî leşkerî serdana navçeya Kaniya Xezalan a ku dikeve ser sînorê Rojavayê Kurdistanê, kir.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ew şanda leşkerî ya amerîkî, piştî lêkolînên li ser sînor, derbasî ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ a di navbera Amerîka û Tirkiyê de bû û beşdarî civîna di derbarê xebatên jibo avakirina Navçeya Aram de kir.

Amerîka û Tirkiyê, meha bihorî derbarê pêkanîna ‘Navçeya Aram’ li Rojavayê Kurdistanê, li hev kiribûn û di vê çarçoveyê de ji bo birêvebirina wê navçeyê li Kaniya Xezalan ‘Navenda Operasyonên Hevbeş’ hatibû avakirin.

Di çarçova rêkeftinê de, herdu aliyan heta niha li ‘herêma ewle’ ya li Rojavayê Kurdistanê dest bi çend dewriyeyên hevbeş ên bejayî û esmanî kirine.

Roja 8ê Îlonê, leşkerên Amerîka û Tirkiyê yekemîn dewriyeya bejayî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê pêk anîbûn. Hêzên hevbeş ên herdu aliyan her ji bajarê Girê Spî heta Serê Kaniyê li nav axa Rojavayê Kurdistanê, bi dirêjiya 88 kîlometreyan lêgerîn pêk anîbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin