PeyamaKurd - Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, bi şanda Amerîkî ya bi seroktiya Balyozê Amerîka yê nav Hevpeymaniya Navdewletî William Robak û hevkara wî Emily Brandt re civiya.
Di civînê de ji Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso, Nimet Dawûd û Feysel Yûsif amadehî kirin.
Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, di civînê de encamên serdana ENKSê bo Tirkiyê û pirsa yekrêziya aliyên siyasî hatin guftûgokirin. Ji aliyê xwe ve Balyozê Amerîkî tekezî li ser girîngiya vegera koçberên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kaniyê li ser cih û warên xwe kir.
Robak di civînê diyar kiriye, welatê wî piştevaniyê li yekrêziya Kurdî dike, ku dê rola wê ya erênî ji bo çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê hebe û Amerîka piştevaniyê li dariştina destûrekê nû dike ku mafên hemû Sûriyan Kurd jî di nav de misoger bike.
Herwiha Balyozê Amerîkî William Robek tekezî li girîngiya hevkarî û hevdîtina her du aliyên Kurdî kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin