PeyamaKurd - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di encama teqînekê de 2 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan bombeyek bi seyareya hemwelatiyekê ve teqiya û di encamê de yek jê zarok 2 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan di encama wê teqînê de, zarokê bi navê Mihemed Selah Hemo yê 14 salî û Mihemed Mehmûd Eswedê 28 salî birîndar bûn.
Heta niha tu aliyekê berpirsyariya vê teqînê li xwe negirtiye û herwiha ev teqîn di demekê de ye ku li navenda bajarê Efrînê, li ser rêya Raco, roja 28.04.2020, teqîneke mezin rû dabû ku tankereke tejî sotemenî li nav bazara Efrînê hatibû teqandin û li gor zanyariyên berdest di encama teqînê de 53 kes hatibûn kuştin û 167 kes jî birîndar bûbûn.
Artêşa Tirkiyê û hêzên nêzîkî wê ji opozisyona Sûriyê 20ê Çileya 2018an êrişek bo ser herêma Efrînê dan destpêkirin û piştî nêzîkî 2 mehan ji şer û pevçûn û bomabaranê, ew bajarê Rojavayê Kurdistanê ket destê artêşa Tirkiyê û komên çekdar.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin