PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro 26ê Nîsanê ragihand, li parêzgeha Duhokê kesekî din bi vîrusa koronaya nû ketiye.
Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya dawî de eşkere kir, piştî pişkinînan haleteke nû ya tûşbûna bi koronayê li parêzgeha Duhokê hatiye tomarkirin ku zilamekî 75 salî ye.
Di daxuyaniyê de hat gotin, ew kesê bi vîrusa koronayê ketiye, nasê tûşbûyekî berê yê vîrusa korona ye ku çûye serdana wî kesî. Bi vî awayî hejmara tûşbûyên li Duhokê gihîştiye 4 kesan.
Li gor amarên herî dawî li Herêma Kurdistanê heta 345 nexweşên Covid-19 hene û 318 kes ji wan baş bûne û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.
Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Helebceyê jî îro ragihandibû ku li parêzgeha Helebceyê ji 22 kesên bi vîrusa koronayê ketibûn, 2 kesên dawî jî baş bûne û ti haleteke tûşbûyên vîrusa korona nemane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin