Bexda | Hizbûllah bi temamî vekisiya, lê sert jî danî!

Bexda | Hizbûllah bi temamî vekisiya, lê sert jî danî!

PeyamaKurd – Ketîbeyên Hizbûllahê ku girêdayî Heşda Şeibî ya Iraqê ye, ragihand ku wan ji ber Balyozxaneya Amerîka ya Bexdayê bi temamî endamên xwe vekişandiye, lê belê Ebdulmehdî jî soz daye wan ku dê hêzên biyanî ji Iraqê bên derxistin.

Li gorî daxuyaniya Lîwayên Hizbûllahê Serokwezîrê Iraqê yê ji kar vekişiyaye Adil Ebdulmehdî soz daye wan ku hêzên biyanî (mebest Amerîka) ji Iraqê bên derxistin û ew dê li ser proje yasayê bixebitin daku li parlamenê derbas bibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku li ser soza Ebdulmehdî milîsên wan ji ber avahiya balyozxaneya Amerîkayê bi temamî vekişiyane û konên xwe yên mangirtinê jî birine devereke din.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin