PeyamaKurd - Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê ku ji sala 2018an ve ji aliyê Tirkiye û komên çekdarên bi ser ve hatiye dagirkirin, 2 sivîlên din ên temen mezin hatin revandin.
Li gorî ragihandina Tora Çalakvanên Efrînê çekdarên bi ser artêşa Tirkiyê ve, li navçeya Mabata ya Efrînê 2 kalemêrên birayê hev revandin ku navê wan Elî Yûsif Mistefa (67 salî) û Esed Yûsif Mistefayê 64 salî ne.
Heman çavkaniyê diyar kiriye ku çekdaran ji bo berdana wan kalemêrên Kurd 600 lîreyê tirk fîdye xwestine û heta niha jî çarenivîsa wan nediyar e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin