Îran di hilberandina pereyên krîpto de li cîhanê di rêza 7emîn de ye

Îran di hilberandina pereyên krîpto de li cîhanê di rêza 7emîn de ye

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li seranserê cîhanê di hilberîna pereyên krîpto de, Îran ketiye rêza 7an ku sedema wê jî arzanbûna nirxê elektrîkê ye.

Rayedarekî Îranê yê ji belavkirina elektrîka bo navendên hilberandina pereyên krîpto berpirs Muhammed Hudadadî Behlul eşkere kiriye ku ji ber kêmbûna nirxê elektrîkê Îran bûye yek ji welatên herî zêde hilberîna pereyên krîpto dike.

Li gorî daxuyaniyê Îran piştî Çîn, Rûsya, Amerîka, Qazaxistan, Kanada û Îzlandê di rêza 7emîn de ye.

Rayedarê îranî herwiha daye xuyakirin ku wan dest daniye ser 196 hezar û 233 makîneyên hilberîna pereyên krîpto yên wekî Bitcoinan dikin ku sedema wê jî pêwîstî bi santralên elektrîkê yên zêdetirî 570 megawatan heye.

Hêjayî gotinê ye, li Îranê karê hilberandina pereyên krîpto bi fermî tê kirin ku amadekarî bo yasayê heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin