PeyamaKurd- Payîtexta Iraqê Bexda jî di nava wan de, li 9 bajarên Iraqê xwepêşandanên protestoyî dewam dikin.
Iraqiyên ku ji sozên Heyder Ebadî gilî û gazinan dikin ku sozên xwe nayne cî, piştî navbereka bi çend rojan car din xwe berdan kuçe û kolanên bajaran. Xelk ji hukumetê bi gazine û ji nebûna îş, ji hebûna gendeliyê û ji nebûna xizmeta giştî bi gazine.
Bi sed hezaran xelk li Bexdayê, Besra, Mîsan, Zîkar, Kerbela, Babîl, Divaniye, Necef û Musennayê ketin kolanan û dixwazin ku dawiyê li bêkariyê bînin û her wext dest neye danîn bo ser desthilatiya Iraqê. Li Bexdayê tevî tedbîrên hêzên ewlekariyê, xwepêşandêr daketin meydana Tehrîrê û li dijî hukumetê sloganan avêtin. Hêzên asayîşê rêya kolana Cûmhûriyetê girtin lê xwepêşandêr zorê dane wan da rê vekin.
Maqamê şîayan yê olî Sîstanî jî ragihand ku divê hukumeta nû bilez bê danîn û divê kesê serê hukumetê yekî xurt be.
Komîseriya Bilind ya Mafê Mirovan ragihand ku li Iraqê ev 3 hefteye xwepêşandanên protestoyî hene û di çalakiyan de 14 kes mirine û 742 kes jî birîndar bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin