PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Iraqê Naîf Şemerî, ferman da yekîneyên artêşa Iraqê ku xwe ji bo valakirina binkeyên leşkerî û baregehên nav bajaran amade bikin.
Ev gav di çarçoveya amadekariyên radestkirina dosyeya ewlehiyê ya ji bo hêzên girêdayî Wezareta Navxwe de tê avêtin û dê bi hevahengiya li gel aliyên peywendîdar bê rêvebirin.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Iraqê, armanca vê fermanê ew e ku erk bi awayekî rêkûpêk û bênavber bên radestkirin û parastina welatiyan berdewam bike.
Her wiha wezîr ferman da ku ji bo bilindkirina şiyanên şer ên hêzên leşkerî, bernameyên perwerde û rahênanên leşkerî bên zêdekirin.
Naîf Şemerî tekez kir ku divê hêzên artêşê balê bikşînin ser erkên xwe yên sereke yên leşkerî ku parastina welêt, parastina serweriyê û dabînkirina ewlehiya sînoran li xwe digirin.