Lavrov: “Amerîka dixwaze Kurdistana mezin ava bike”

Lavrov: “Amerîka dixwaze Kurdistana mezin ava bike”

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê ragihand, Amerîka dixwaze senaryoya Başûrê Kurdistanê li Sûriyê dubare bike.

Di hevpeyvîna xwe ya herî dawiyê bi çend kenalên medyayî yên Ewropayê de Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku Amerîka li Sûriyê avê şolî dike daku bi asanî di nav wê avê de masiyan bigire û got, Amerîka dixwaze senaryoya Kurdistana Iraqê li rojhilatê Firatê dubare bike.

Sergey Lavrov diyar kir ku ew ne ligel wê yekê ye ku pirsgirêka dawî ya Sûriyê tenê Îdlib be ku divê were çareser kirin.

Lavrov wiha axivî: “Li rojhilatê Firatê zeviyeke berfireh di destê Amerîkayê de ye û li wan deveran hinek tişt diqewimin ku qet nayên qebûlkirin. Di nav wê axê de Amerîka bi rêya hevalbendên xwe yên Kurd di nav dewletê de dewletê ava dike. Li wê derê dixwazin senaryoya metirsîdar a wek Kurdistana Iraqê dubare bikin, di çarçoveya fikra Kurdistana Mezin de. Amerîka bi wê yekê ji dixwaze avê şolî bike daku ti kes bi rehetî rûnenê û di wê ava şolî de bi asanî masiyan bigire, ev yek jî ti sûdekê nagihîne ti aliyekî.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin