Li Hewlêrê xwepêşandana herî mezin a dijî biryarên Bexdayê tê lidarxistin

Li Hewlêrê xwepêşandana herî mezin a dijî biryarên Bexdayê tê lidarxistin

PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw di civîneke rojnamevanî de ragihand ku li ser daxwaza nûnerên çîn û taxan, ji bo piştgirîkirina statuya destûrî ya Herêma Kurdistanê û parastina axa wê, sibe pêncşemê, li demjimêr 10:30yê sibehê li Baxê Şar ê nêzîkî Kela Hewlêrê mezintirîn xwepêşandana cemawerî tê lidarxistin.

Umêd Xoşnaw diyar kir ku amadekariyên ewlehiyê yên pêwîst hatine kirin û bang li hemû çîn, pêkhate, rêxistinên civaka sivîl û hêzên siyasî kir ku beşdariyeke berfireh di protestokirina biryarên navendî yên Bexdayê de bikin.

Di heman demê de, Sekreterê Rêxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrat a Kurdistanê Şivan Mehmûd jî bang li ciwan û xwendekaran kir ku ji bo berevanîkirina li Herêma Kurdistanê dakevin kolanan.

Ev çalakiya mezin a cemawerî di demekê de tê ku biryarên dawî yên Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Ez-Zeydî yên li ser neft û dergehên sînorî bertekên tund ên aliyên Kurdistanî li pey xwe anîn.