PeyamaKurd - Wezîrê bazirganî û pîşesaziya Herêma Kurdistanê ragihand, hikumet alîkariya kelûpelên xwarinê dide malbatên xizan yên ku ji ber qedexeya derketina derve tengav bûne.
Wezîrê bazirganî û pîşesaziya Kurdistanê, Kemal Muslîm got, hikûmetê pirojeyek amade kiriye bo dabînkirina kelûpelên xwarinê bo wan malbatên belengaz yên ku ji ber qedexeya derketina derve, ku ji ber vîrusa koronayê (Covid-19) hatiye ragihandin, tengav bûne.
Kemal Muslîm her wiha da zanîn ku wan bi çend kompaniyan re li ser wê pirojeyê gotûbêj kiriye.
Wezîrê bazirganî û pîşesaziyê da zanîn, di çarçoveya wê pirojeyê de 30 hezar ton birinc, şeş milyon rûn, çendîn ton nîsk û nok tê kirrîn û bi ser malbatên belengaz de tê parvekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin