Rêberê nû yê Îranê hat hilbijartin

Rêberê nû yê Îranê hat hilbijartin

PeyamaKurd - Meclisa Pisporan a Îranê ragihand ku wan Mucteba Xameneyî, kurê Elî Xameneyî, wekî rêberê nû yê welêt hilbijartiye.

Meclisa Pisporan a Îranê diyar kir ku Mucteba Xameneyî şûna bavê xwe, Elî Xameneyî, ku di 28ê Sibatê de di êrîşeke asmanî ya Amerîkî-Îsraîlê de hatibû kuştin, hatiye hilbijartin.

Meclisa Pisporan di daxuyaniyek nivîskî de ragihand, "Ayetullah Seyîd Mucteba Huseynî Xameneyî ji aliyê piraniya endamên Meclisa Pisporan ve wekî rêberê sêyemîn ê Komara Îslamî ya Îranê hatiye hilbijartin û hatiye ragihandin."

Meclisa Pisporan diyar kir ku pêvajoya hilbijartina rêber îro di civînek awarte de, tevî êrîşên Amerîkî-Îsraîlê, bi dawî bû.

Seyîd Elî Huseynî Eşkevarî, endamê Meclisa Pisporan a ji Parêzgeha Gîlanê, got, "Bi îzna Xwedê, navê Xameneyî wekî rêberê nû yê Îranê berdewam bike."