Rêberê Tevgera Sedir bi rêveberên Çarçoveya Hemahengî re dicive

Rêberê Tevgera Sedir bi rêveberên Çarçoveya Hemahengî re dicive

PeyamaKurd Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir, di derbarê derbaskirina nakokiyên navbera wan ên li ser pêkanîna hikûmetê de, biryar e îro bi rêveberên Çarçoveya Hemahengî yên hêzên Erebên Şîe bicive.

Li gor çapemeniya Iraqê diyar kir, do êvari Sedir gihîştiye Bexdayê û wê bi rêveberên Çarçoveya Hemahengî re, dest bi civînan bike û Hadî Amrî jî nav wan de ye.

Herwiha li gor çavkaniyeke nêzîkî Muqteda Sedir, biryar nîne ku guhertin di nêrîna Sedir a di pêkanîna hikûmetê de hebe û ev civîna duyeme di navbera wan aliyan de.

Berî naha Çarçoveya Hemahengî ragehandibû hevdîtin û civînên li gel Tevgera Sedir berdewam dibin, heta rêkeftin li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê bê kirin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin