PeyamaKurd- Seroka Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Awrûpayê û seroka Rêvbirên Demokratîk û Buroya Mafên Mirovan û hem seroka Heyeta Şopandina Hilbijartinê balyoza mezin Audrey Glover li Ankara, di dibistaneka ku tê de deng tên dayîn got:
"Ti astengî bo REHA (Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê ya Awrûpayê) yê tine ye. Weke her carê em çawa hilbijartinê dişopînin, bi heman metodê em dewam dikin. Heya niha me ti astengî li pêşiya xwe nedît.”
Balyoz Glover bo rojnamevanan ragihand ku heyeta wan di 24ê gulanê de, li ser daweta wezareta karên derve yê Tirkiyê hatiye Tirkiyê. Çavdêrên ku bo demên dirêjin, ev meheke ku li deverên welat yên cuda xebatên xwe dewam dikin.
Çavdêrên ku bo demeke kurt hatine Tirkiyê, wê îro bûyerên ser sindoqan bişopînin. Glover weha dewam kir:
“ Em bo di dema hilbijartinan de, wê li ser sindoqan çi biqewimin, li vê derê ne. Em ê ji vê derê herin deverên din. Dayîna dengan, hêjmartin, girtina zebtan û hêjmartina dengênd derveyê welat jî di nava tiştên ku em ê bişopînin de ne.”
Glover got ku ew bi Asambleya Parlementeran û Konseya Awrûpa re xidebitin. Jimara çavdêran li dora 300-330 kesî ne.
Ji rêxistinên navdewletî ji 8 rêxistinan 415 kes hilbijartinê dişopînin. Çavdêr dişopînin bê hilbijartin li gor standartên navdewletî dimeşin an na, pêvajoya propagandayê, tevlîbûna hilbijartinê, karê hilbijartinê dê bişopînin û di derbarê xebatan de dê rapor bên amade kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin