Reîsî: Divê mirov guh bide xwepêsandanan

Reîsî: Divê mirov guh bide xwepêsandanan

PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ajansa fermi ya İrane IRNAye, Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, di beşdariya bernameya Roja Xwendekaren Zaningehan a ku li Zaningeha Tehrane hat lidarxistin de axivî û di axaftina xwe de cih da xwepêşandanên ku 3 meh in li welêt berdewam dikin.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Îbrahîm Reîsî, di xwepêşandanên ji bo kuştina Keça Kurd a Rojhilatî Jîna Emînî de ku ev nêzî 3 meh in berdewam dikin, dirûşmên ku li dijî Rêberê olî yê Îranê Elî Xamineyî bi awayê "Biqehire Dîktator" tên berzkirin, bertek nîşan da.

Reîsî li ser van dirûşiman, rewşa giştî nirxand û got,

“Îro dibêjin, ‘dîktator’ Kî dîktator e? Amerîka dê bi tu awayî Îraneke bihêz qebûl neke. Ew welatekî wekî Efxanîstan, Suriye û Lîbyayê ku dagir kiribûn, dixwazin. Îran, ji van welatan cudatir e. Ew ê Îran ji bo vê komploya Amerîkayê fersendê nede.”

Serokomarê Îranê bal kişand ser xwepêşandanên ku berdewam dikin û got, “Xwepêşandan çêker e, serhildan xirabker e. Divê mirov guh bide xwepêşandanan.”

Her wiha Reîsî da zanîn ku dê li Îranê enflasyon dakeve û dê rewşa gel biguhere.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin