PeyamaKurd – Piştî ragihandina agirbesta Idlibê ku 5ê Adarê li Moskowê di navbera Tirkiye û Rûsya de rêkeftin li ser hatiye kirin, hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên girêdayî Tirkiyê li Idlibê binkeyên hevdu topbaran dikin.
Li gorî ragihandina Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) hêzên rejîmê îro sêşemê moşek avêtin herêmên li bajarokê El-Fitêra yê gundewarên başûrê Idlibê.
SOHR da xuyakirin ku amadekariyên leşkerî yên hêzên Sûriyê gihîştine tixûbên gundewarên Idlibê. Rejîma Sûriyê karwanên leşkerî anîn derdora çiyayê El-Zawiye û gundewarên başûrê Idlibê. Herwiha Hizbullah a Lubnanê jî hêzên xwe ji gundewarên Helebê birine derdora Seraqibê.
Çekdarên girêdayî Tirkiyê jî alaveke kolandinê ya girêdayî hêzên hikumetê li derdora bajarokê Hezarîn ê başûrê Idlibê, hedef girtin.
Hêzên hikumetê jî bi gelek topan derdora Kebane ya gundewarên Lazîqiyê û rêyên pê ve girêdayî li gundewarên rojavayê Idlibê topbaran kir.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku serokên Rûsya û Tirkiyê di 5`ê Adarê de li ser peymaneke agirbestê û meşandina dewriyeyên hevbeş li ser rêya M4, li hev kiribû ku li gorî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, ji ber gefên terorîstan di çend rojan bi bin ketin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin