PeyamaKurd - Di êrîşên rejima Beşar Esed û komên terorîst ên di piştgiriya Îranê da yên li ser “Îdliba Herêma Kêmkirina Regeşiyê” da 2 sivîl hatin kuştin, gelek sivîl birîndar bûn.
Rejima Beşar Esed û komên terorîstên biyanî yên bi piştgiriya Îranê da êrîşên li ser Xan Şêxûn û Serakiba navçeyên Îdlibê, Latamîne û Kefer Zîtaya navçeyê Hermayê didomînin.
Ji serê salê vir da di êrîşên hêzên rejimê yên li ser Îdliba Herêma Kêmkirina alozîyê da herî kêm 94 sivîl hatin kuştin û ji 290î zêdetir sivîl jî birîndar bûn.
Hêzên rejimê ligel mitebeqata Soçiyê ya ku Tirkiye û Rûsyayê ji bo qebûlkirina agirbesta Îdlibê îmze kiribûn êrîşên xwe didomîne.
Di çarçoveya peymana Astanayê da wezifeya Rûsyaya garantorê rejima Esed ew e ku pêşî li êrîşan bibire.
Mixalifên eskerî li gor mitebeqata 17ê îlona 2018an ji 10ê cotmeha 2018an pê va sîlahên xwe yên giran ji herêmê vekişandibûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin