Rejîma Îranê 3 kesên din bi darve kir

Rejîma Îranê 3 kesên din bi darve kir

PeyamaKurd - Daneyên darvekirinê yên bi hêncetên cuda ji aliyê rejîma Îranê ve her ku diçe zêdetir dibin îro jî  3 kesên din bi darve kir.

Li gorî malpera nûçeyan a Mîzanê ya ser bi Dezgeha Dadwerî ya Îranê, sê kesên  tevlî xwepêşandanên dawî yên Îranê bibûn, hatine darvekirin.

Hate diyarkirin ku her 3 kes li Meşhedê serê sibe hatine darvekirin.

Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka şerê navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê ve, heta niha herî kêm 30 girtî ji aliyê rejîma Îranê ve hatine darvekirin.