PeyamaKurd - Li Îranê cezayên îdamê yên bi serhildanên sala 2022yan ve girêdayî ne berdewam dikin. Hat ragihandin ku Mehrab Abdollahzadeh, bi tohmeta kuştina parêzvanekî ewlehiyê di dema protestoyên piştî mirina Jina Emînî de hatiye îdamkirin.
Îdamkirina Mehrab Abdollahzadeh
Li gorî nûçeya Ajansa Mîzan a ser bi Dezgeha Dadweriya Îranê Mehrab Abdollahzadeh bi tohmeta kuştina Abbas Fatemîyeh, ku di Îlona 2022yan de di dema protestoyan de can dabû hatiye darvekirin.
Ajansa Mîzan îdia kir ku tometbar li ser êrîşa li dijî parêzvanê ewlehiyê îtîraf kiriye. Ev îdam di çarçoveya wan cezayên giran de pêk hat ku ji bo tepisandina xwepêşanderên piştî mirina Jina Mahsa Amînî hatibûn birîn.
Îdiayên êşkence û îtîrafên bi zorê
Ji aliyê din ve, Ajansa Nûçeyan a Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê (HRANA) ku navenda wê li Amerîkayê ye, daxuyaniyeke cuda belav kir. HRANAyê li ser bingeha çavkaniyên xwe ragihand ku Abdollahzadeh ji bo ku tohmetan qebûl bike rastî îşkenceyên giran hatiye û îtîrafên wî bi zorê hatine girtin. Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe tînin ziman ku Îran bi van îdaman hewl dide tirsê di nav civakê de belav bike û dengê nerazîbûnê bibire.