PeyamaKurd- Balafirên şêrr yên dewleta Sûriyê li Idlib û Hamayê êrîşek pêk anîn. Di encama êrîşa hewayî de 5 sivîl hatin kuştin.
Hat ragihandin ku hêzên rejîma Sûriyê li Idlibê li navçeya Şeyhûn, Temaniya û gundên Sukeyk û Tûhê; li herêma Hamayê jî li Latamne û Latmînê û li Herêma Latkiyê jî li Çiyayê Kurmênc êrîşên bejî û hewayî dane destpêkirin.
Li gorî agahiyan hêzên Rejîmê li Han Şeyhûnê bi qasî 40 bombeyên warîlê bi kar anîne. Di vê êrîşê de 5 sivîl hatine kuştin û 25 sivîl jî birîndar bûne.
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ji çapemeniya Rûsî re axivî û got ku hedefa me niha Idlib e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin