Çavdêriya Sûriyê ya Mafê Mirovan derbarê mijarê de diyar kir, do çekdarên radîkal ên “Ozbekî” li herêma Hentûnîn a Meret El-Numan a başûrê Idlibê êrîşî noqteyên Hikûmeta Şamê kirin.
Çavdêriyê eşkere kir, di êrîşî de 6 leşkerên Hikûmeta Şamê hatin kuştin, di heman demê de 4 çekdarên Ozbekî ku piştgiriya xwe ji dewleta Tirk a dagirker digirin, hatin kuştin.
Li aliyê din jî sekvanên ser komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li gundê Kefer Mûris a Çiyayê Şehişbo a başûrê Idlibê, leşkerekî Hikûmeta Şamê kirin armanc û di encamê de ew leşker hat kuştin.
Herwiha îro di saetên berbanga sibê komên girêdayî Tirkiyê li herêmê Kefer Nûran a rojavayê Helebê bargehên hikûmeta Şamê topbaran kirin. Di encamê ziyanan de tu agahî nehatin bidestxistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin