Reuters | Karmendekî me li Ukraynayê can da

Reuters | Karmendekî me li Ukraynayê can da

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Brîtanî Reuters ragihand ku Ryan Evans ku di ekîba xwe ya Ukraynayê de şêwirmendê ewlehiyê bû, di encama êrişa moşekî de li otela ku lê dima, jiyana xwe ji dest da.

Ji Reutersê derbarê şêwirmendê ewlehiyê Ryan Evans ku di ekîba nûçeyan a li Ukraynayê de cih girt de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Evans doh li bajarê Kramatorsk ê Ukraynayê dema li otêlekê dima, di encama êrîşa moşekî de jiyana xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 2 rojnamevanên tîma Reutersê rakirin nexweşxaneyê û rewşa yek ji wan giran e û wiha hat gotin: "Agahî ji 3 hevalên me yên din jî hat girtin û sax in."

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku hewl didin derbarê êrîşê de agahiyan bigirin û sersaxî ji malbat û hezkiriyên Evans re xwestin.

Ji aliyê din ve di daxuyaniyê de ti daxuyanî derbarê êrîş ji aliyê kê ve nehatiye dayîn.

Zelenskiy Rûsya sûcdar kir

Ji aliyê din ve Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenskiy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê daxuyaniyek da û tê de Rûsya bi êrîşê sûcdar kir.

Zelenskiy diyar kir ku "Piştî êrîşa moşekî ya ku ji aliyê Rûsyayê ve hat kirin" tevahiya rojê xebatên paqijkirina mayînan hatin kirin, di nav birîndaran de rojnamevanên tîma Reutersê jî hene.

Zelenskiy diyar kir ku "moşeka Îskander a Rûsyayê" otêl îmha kiriye û destnîşan kir ku ev yek bi zanebûn û bi plan hatiye kirin.

Zelenskiy da zanîn ku di bûyerê de 7 kes birîndar bûne û kesek jî jiyana xwe ji dest daye.

 
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin