Reuters: Serokê CIAyê bi Rêberê Talîbanê Baradar re civiya

Reuters: Serokê CIAyê bi Rêberê Talîbanê Baradar re civiya

PeyemaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Amerîka Joe Biden, Dîrektorê Ajansa Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) William Burns ji bo bi Rêberê Talîbanê Abdulxenî Barader re bicive şandiye Kabulê û li ser vekişînê danûstandin kirine.

Ajansa Reuters bi zarê rayedarekî Amerîkayê yê karên hikûmetê dişopîne ragihandiye ku Burns û Baradar li ser vekişîna artêşa Amerîka ya heta 31ê Tebaxê danûstandin kirine.

BerdevkêTalîbanê jî li ser hevdîtinê gotiye ku ew nizane ku Barader û Burns civîyane yan na.

Nûçeya ser hevdîtina Barader û Burns cara pêşî Washington Postê ragihandiye, lê Koşka Spî û rayedarekî CIAyê nexwestine ser wê nûçeyê ti şîroveyê bikin.

Berdevkê Talîbanê Zabîhulah Mucahîd jî doh Sêşemê dîyar kir ku ew naxwazin dema vekişînê were dirêjkirin û got, divê hemî welatên bîyanî heta 31ê Tebaxê vekişîna xwe temam bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin