Rêveberiya Sûriyê: Em ê ji bo Îsraîl û ti welatekî din nebin çavkaniya metirsîyê

Rêveberiya Sûriyê: Em ê ji bo Îsraîl û ti welatekî din nebin çavkaniya metirsîyê

PeyamaKurd - Wezîrê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Esed Şîbanî da xuyakirin ku ew ê ji bo ti welatekî, Îsraîl jî di nav de nebin çavkaniya metirsiyê.

Şîbanî îro 16ê Çile ragihand: “Me peyam şandin ku Sûriye ji bo ti welatekî, Îsraîl jî di nav de, nabe çavkaniya metirsiyê” û got: “Çawa ku dixwazin ewlehiya xwe biparêzin, divê ew ewlehiya yên din jî biparêzin.”

Şîbanî da zanîn: “Me pabendbûna xwe bi rêkeftina sala 1974an nîşan daye, ku tê de bicihkirina hêzên cudaker di navbera axa Sûriyeyê û sînorê Îsraîlê de hatiye destnîşankirin. Bi vî awayî her du alî dikarin ewlekariya xwe di bin çavdêriya navdewletî de biparêzin.”

Wezîrê Sûriyeyî got: “Di heyama berê de Îsraîl hinceta Hizbullah, rêjîma Esed û milîsên Îranî ji bo bombebarankirina welat bikar anî, lê bi rakirina van metirsiyan, divê êdî rêzê li serweriya Sûriyeyê bigire û destêwerdanê di nav axa Sûriyeyê de neke.”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê bang li civaka navdewletî, Neteweyên Yekbûyî û welatên dostên Sûriyeyê jî kir ku fişarê li Îsraîlê bikin da ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne û rêzê li serweriya Sûriyeyê bigire.

Hêjayî gotinê ye, piştî ketina rêjîma Beşar Esed, Îsraîlê bi sedan êrîş li ser baregehên artêşa Sûriyeyê li seranserî welat pêk anîn. Doh jî cara yekem sê endamên hezên ewlekariya rêveberiya nû ya Sûriyeyê di êrîşeke Îsraîlê ya li parêzgeha Quneytera de, hatin kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin