PeyamaKurd - Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir, Rêvebirê Ofîsa Serokê Hikûmetê, ji ber nexweşiyê molet wergirt.
Ofîsa Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û eşkera kir: ‘‘Demeke di hin pêgehên medya civakî de gotegot û gotinên bê bingeh di derbarê Rêvebirê Ofîsa Serokê Hikûmetê birêz Şeiban Çalî de tên belav kirin, ti bingehekî wan ê rast tine.’’
Li gor hat ragihandin: ‘‘Rêveberê Ofîsa Serokê Hikûmetê, ji ber nexweşiyê molet vergirtiye û mijûlê çareseriyê ye û piştî temamkirina çareseriyê dê vegere ser karê xwe.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin