PeyamaKurd- Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ragihand ku li bajarê Raqqayê bi sedan kes hatin kuştin û berpirsê van bûyeran hêzên koalîsyonê ne. Di dema operasyonan de bi hezaran kes jî birîndar bûne.
Rêxistin xwest ku komîsyoneka serbixwe bê danîn da di mijarê de lêpirsîn bên kirin. Rêxistin di rapora xwe de destnîşan kir ku di navbera 6 ê hezîranê heya 12 ê cotmeha 2017an, di operasyonên ku ji aliyê yekîneyên Amerîka, Brîtanya û Fransa ve hatin kirin, bi deh hezaran kes ji bajêr derketin.
Rêxistin dibêje ji van koçberiyan Amerîka ji %90 berpirse û bo operasyonên hêzên hewayî yên Amerîkayê, HSDê jî ku Kurdên PYDê pêşîvaniya wan dike, alîkarî daye Amerîkayê û bi van operasyonan di cotmeha 2017an de DEAŞ ji bajêr hatiye derxistin.
Rêxistina Efûyê di dema ku rapora xwe amade dikirin, di sibata 2018an de, bi 112 şahidên bûyeran û kesên ku ji operasyonan sax filitîne re, hevdîtinan kirine. Rêxistina Efûyê seredana 42 deverên ku ji operasyonan bandorê dîtine, kirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin