PeyamaKurd- Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak, bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wan bi her awayî hewil da ku pêşî li koçberan bigirin, ew di van hewilen xwe de lê bi ser neketin.
Rishi Sunak diyar kir ku wan bi her awayî hewil daye ku koçberên neqanûnî bi keştiyan ji Kanala Britanyayê derbasî welêt bibin, lê ev yek bi ser neket. Sunak da zanîn ku wan ji bilî danasîna qanûnên nû yên 'zehmet' ji bo mîsogerkirina rêgirtinê tu çareyek nemaye.
Sunak di axavtina xwe de rastî durûşima "Belemên Koçberan rawestînin" hat û li pêşiyê bal kişand ser vê yekê ku di 2 salên dawî de hejmara kesên ku bi belemen piçûk bi rêyên qaçax derbasî Brîtanyayê bûne, çar qat zêde bûye.
Serokwezîrê Brîtanyayê ragihand ku kesên ku bi qaçaxî Kanala Brîtanyayê derbas kirine, rasterast ji welatekî şer, çewisandin û xetereya jiyanê nereviyane û got ku ev kes bi rêya welatên ewle yên Ewropayê hatine Brîtanyayê û berdêlên mezin didin qaçaxvanên mirovan.
Sunak bal kişand ku kesên bi qaçaxî hatine, nikarin li vî welatî bimînin û wiha got:
"Em ê kesên ku bi qaçaxî hatine vê dere, desteser bikin û wan bişînin welatê wan. Heger ewle be, yan jî di nav çend hefteyan de bişînin welatekî sêyemîn yê ewle, wekî Ruandayê. Bi vî awayî em ê pêşî li qaçaxvanên mirovan bigirin û sînorên xwe derbas bikin. Bi vî awayî em ê dîsa kontrol bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin