PeyamaKurd- Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Jim Mattis ji çapemeniyê re axivî û got ku heta aşîtî çênebe, em ji Sûriyê dernakevin.
Mattis wiha berdewam kir: Niha em gelekî nêzîk bûne ku IŞÎDê têk bibin û heta şer li vî welatî heye, em ji vir hêzên xwe nakişînin.
Mattis got ku ew ê bi Nûnerê Netewên Yekbûyî Staffan De Mistura re ji bo pêvajoya Cenîvê jî civînekê pêk bînin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku Amerîka wê di demeke kin de ji Sûriyê hêzên xwe bikişîne, lêbelê piştî vê daxuyaniyê, gelek daxuyaniyên li dijî vê, hatin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin