Efxanistan dixwaze bi Talîbanê re astiyê bike

Efxanistan dixwaze bi Talîbanê re astiyê bike

PeyamaKurd - Eşref Xeniyê Serokê Efxanistanê careke din ji bo aştiyê bangî rêxistina Talîbanê kir.

Xenî li Kabîlê bi endamên Şûraya Aştiyê re civiya û got, "Em aştiyê dixwazin, gelê me aştiyê dixwaze."

Xenî got qebûlkirina aştiyê  tê wê meneyê ku guh didin qanûnên Xwedê, ji bo ku pêvajoya aştiyê ber bi başiyê here di destê kê de pîlanek heye bira bigihîne Şûraya Aştiyê.

Xenî got agirbesta ku di Eyda Remezanê de hat îlankirin ji bo herdu aliyan jî encamên kêrhatî bi xwe ra anî û wiha axivî: "Talîban dixwaze li ku derê û kîjan demê dest bi hevdîtinan bike em amade ne, tu tiştekê me yê veşartî tune."

Xenî destnîşan kir ku ew ê hemû daxwazên mentiqî yên Talîbanê qebûl bikin, ji bo aştiyê ji Talîbanê bersiveke erênî hêvî dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin