Kamala Harris cara pêsî berpirsiya karekî mezin digire ser xwe

Kamala Harris cara pêsî berpirsiya karekî mezin digire ser xwe

PeyamaKurd – Derbarê danûstandinên bo rawestandina koçberiya li başûrê Amerîka, Serokê Amerîkayê Joe Biden, cîgira xwe Kamala Harris erkdar kir.

Kamala Harris, wê li ser rawestandina koçberiyê, bi rêberên Meksîko û welatên Amerîkaya Navîn re danûstandinan bike.

Cîgira Serok Kamala Harris, dê bi vî awayî cara pêşî berpirsiya karekî mezin bigire ser xwe.

Biden, ku di dema Serokê berê Barack Obama de cîgir bû, heman kar meşandibû.

Li gor Reutersê da zanîn, ew kar dê bo Harris rîskên sîyasî jî çêke ku koçberiya li sînor, bo gelek rêberan kêşeyeke dijwar e.

Demokrat diyar dikin, ji ber helwesta tund ya Serokê berê Donald Turmp, koçber li sînor kom bûne û li hêla din Komarî jî îdia dikin sozên Biden yên bo koçberan ew ber bi sînorê Amerîka ve kaş kirine.

Biden destnîşan kir, bo ew rê li ber hatinan bigirin, divê berê kesên koçberiyê dixwazin, nexwazin ku ji welatê xwe veqetin.

Harris li ser mijarê eşkere kir, karê wê nê hêsan e, lê girîng e.

Harris dibêje, ew dê bi karbidestên hikûmetên El Salvador, Guatemala, Honduras re bicive û hewil bide ku li wan welatan demokrasî û aramî zêdetir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin