HPGê derbarê operasyonên li Xakurkê daxuyaniyek da

HPGê derbarê operasyonên li Xakurkê daxuyaniyek da

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê îdia kir kur heta niha li operasyonên Xakurdê  34 PKKyiyan jiyana xwe ji dest daye. HPGê daxuyaniyek da û  diyar kir ku ji destpêkê û heta niha di operasyonan de tenê 2 gêrilayên wan jiyana xwe ji dest dane.

Hêzên artêşa Tirkiyê (TSK) di 27ê Gulanê de li dijî herêma Xakurkê ku dikeve Herêma Kurdistanê li dijî hêzên PKKê li bejahiyê û ji esmanan ve operasyonan pêk tîne.

Navenda Çapemenî û ragihandina milê çekdarî yê Partiya Karkerên Kurdsitanê (PKK) Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê operasyonan de amarên Tirkiyê red kir û diyar kir ku, “Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê amaje dike ku ji destpêkê heta niha 34 gêrîlayên me jiyana xw ji dest dane lê ev amar ne rast in."

Navenda çapemenî û ragihandina HPGê teqez kir ku ji destpêkê û heta niha di operasyonan de tenê 2 gêrilayên wan jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin