PeyamaKurd - Xelkê li bajarê Girê Spî li dijî binpêkirin û zext û zordaya çekdarên girêdayî Tirkiyê, li ber baregehên komên çekdar xwepêşandaneke protestoyî li dar xist.
Li gorî jêderên herêmê, piştî ku koma çekdar a bi navê Cebha El-Şamiya ya girêdayî artêşa Tirkiyê, jin jî di nav de hejmarek şêniyên taxa Eyn El-Erûs a Girê Spî bi tohmeta têkiliyên wan bi HSDê re hene revandin, li ber baregeha çekdaran xwepêşandan li dar xistin.
Hat diyarkirin ku çekdarên ku ligel Tirkiyê Girê Spî dagir kirine, operasyonên girtina li ser malan û xirabkirina wan dane destpêkirin û sivîl û jin revandine.
Piştî van bûyeran jî îro xelkê bajarê Girê Spî ku çalakiyek li ber deriyê sînor li dar xistin ku baregeheke çekdarên El-Cebha El-Şamiyê lê hatiye vekirin.
Xelkê Girî Spî banga serbest berdana girtiyan û derketina komên çekdar ji Girê Spî kir.
Li gorî zanyariyan piştre alozî derketiye artêşa Tirkiyê jî li taxên Eyn Erûs û Til Ebyed Şerqî kolanên digihîn baregehên leşkerî ji çûnûhatinê re girtine û herwiha bi panzeran mudaxele li xwepêşanderan jî hatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin