PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser gotinên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû, Trump di pêwendiya telefonê de ‘ji bo operasyona ser Rojhilatê Firatê bersiveke erênî da min’ daxuyanî hat dayîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino li ser pirsa rojnamevanan diyar kir ku daxuyaniya Erdogan ‘xapînok’ e.
Palladino destnîşan kir ku helwesta Amerîkayê bo çareserkirina krîza Sûriyê, pêkanîna pêvajoya reformên hikûmeta Sûriyê û çareseriya navdewletî ye.
Erdogan gotibû, "Me bi fermî ragihand ku em dê li Rojhilatê Firatê operasyonê pêk bînin. Em bi Trump re axivîn. Rêzdar Trump bersiveke erênî da me.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin