Rojnamevan Abdi İpekçi, li ser gora wî hat bibîranîn
PeyamaKurd – Rêvebirê weşana giştî yê rojnama Milliyetê Abdi İpekçi, di 1ê Sibata 1979an de, bi sîkastekî hatibû kuştin û îro li ser gora wî ya li Goristana Zincirlikuyuyê li ber abîda wî hat bibîranîn.
Kesên di merasima bîranînê de amade bûn, behsa têkoşîna Abdi İpekçi ya ji bo demokrasiyê û azadiya çapemeniyê kirin. Di merasimê de cîgirê serokê grûba CHPê ya Şişliyê Didem Otluçimen Güzel axifî û got ku ji bo mîras û xatiratên İpekçi bibîr bixin, hatine ecem hev. Güzel got:
“Abdi İpekçi raya giştî bi rastiyan rohnî dikir û dixwest dahatûya civakê bi dadwerî û azadiyê bimeşe. Kesên ew kuştin, ne tenê mirovahiyê lê mafê sitendina agahiyan ya xelkê, azadiya çapemeniyê û qedrên demokrasirê kirin armanc da ji ortê rakin. Ew kesên tarî yên li pişt kuştina İpekçi ti carî derneketin ortê û li ser çapemeniyê zorekî sistematîk heye.”
Seroka konseya çapemeniyê Pınar Türenç jî di axaftina xw ede got:
“Abdi İpekçi ji bo çapemeniya Tirkiyê nûjenî anî, evîndarê demokrasiyê bû û rojnamevanekî delal bû. Ez di wexta İpekçi de, di rojnama Milliyetê de dixebitîm. Îmza da ku sendika rojnamevanan ava bibe û gelek xebitî da roja 10ê meha Çile her sal bibe roja ‘Cejna Rojnamevanan’.
Ev nivîs 57 car hatiye xwendin.