Rojnamevana Amerîkî ya ku li Bexdayê hatibû revandin, hate berdan

Rojnamevana Amerîkî ya ku li Bexdayê hatibû revandin, hate berdan

PeyamaKurd - Hizbullaha Iraqê biryara xwe ya berdana rojnamevana Îtalî-Amerîkî Shelly Kittleson, ku di 31ê Adarê de hatibû revandin, ragihand.

Koma Şîe ya Lîwayên Hizbullahê diyar kir ku ev biryar "ji bo teqdîrkirina helwesta welatparêz a Serokwezîrê berê Mihemed Şîa Sûdanî" hatiye dayîn.

Daxuyaniyê herwiha destnîşan kir ku çalakiyek wisa di pêşerojê de nayê dubarekirin.

Lîwayên Hizbullahê herwiha diyar kir ku divê Shelly Kittleson piştî serbestberdana xwe "di cih de welêt biterikîne".

Shelly Kittleson di 31ê Adarê de li Bexdayê, paytexta Iraqê, ji aliyê kesên çekdar ên nenas ve li ber çavên xelkê hate revandin.