PeyamaKurd- Rojnamevana berê ya jin li Afxanistanê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar de hat kuştin. Kanala nûçeyan ya Afxanistanê ATN ragihand ku agahî ji aliyê wezareta karên hundir de hatiye dayîn.
Di ragihandinê de hat gotin ku rojnamevana jin ya berê û di parlementoyê de di baska jêr de şêwrimend Mîna Mangala, li Kabîlê li devera Muhammed Şah Meyna de hatiye kuştin.
Li gor şahidan rojnamevan Mîna Mangala li benda erebê bûye da here bernameyekî û kesên ku li ser motorsîkletê siwar bûne, hatine ber û li ser hev bi sîlihan lêdane û reviyane. Mîna Mangal li ciyê bûyerê jiyana xwe ji dest da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin